Nûnerên geştûguzariyê ji sala 2017an bi hêvî ne

Pêşengên geştûguzarî yên cîhanê li Stenbolê di forûma geşt û guzarî ya cîhanê de li hev civiyan. Bi dehan wezîrên ji welatên biyanî û nûnerên geşt û guzarî yên girîng bal kişandin ser sektora geşt û guzarî ya ku di nav sektora xizmetguzarî de cîheke girîng digire. Beşdarên forûmê, ji Kurdistan24 re ragihandin ku ji sala2017an bo sektora geşt û guzariyê gelek bi hêvî ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Pêşengên geştûguzarî yên cîhanê li Stenbolê di forûma geşt û guzarî ya cîhanê de li hev civiyan. Bi dehan wezîrên ji welatên biyanî û nûnerên geşt û guzarî yên girîng bal kişandin ser sektora geşt û guzarî ya ku di nav sektora xizmetguzarî de cîheke girîng digire. Beşdarên forûmê, ji Kurdistan24 re ragihandin ku ji sala2017an bo sektora geşt û guzariyê gelek bi hêvî ne.

Ji zêdeyî 20 welatan wezîr û nûnerên girîng ên geşt û guzarî li Stenbolê di forûma turîzmê ya cîhanî de hatin ba hev. Di forûmê de hewlên pêwîst bo pêşketina sektora geşt û guzarî hatin guftûgokirin.

Serokê forûma geşt û guzarî ya cîhanî Bulut Bagci bo geşt û guzariya global bal kişand ser girîngiya forûmê û têkiliyên navwelatan. Bagci ji K24ê re wiha axivî: “Ji ber qeyrana digel Rûsyayê sala borî rewşa tûrîzma Tirkiye gelek ne baş bû lê îsal ji bo sektorê, hêviya me gelek mezin e. Tirkiye girîngiyeke mezin dide têkiliyên bazirganiyê yên digel welatên cîran. Ji Iraqê jî 600 hezar geştyar hatine Tirkiyê û bi min, ev reqem wê sala pêş me jî danekeve.”

Di forûmê de ji Rojhilata Navîn, ji Ewropa, ji Qafqasyayê û ji zêdeyî 100 kesên şareza û pispor beşdarî panelên cuda bûn. Ji Efrîqayê jî gelek wezîr hatin forûmê.

Wezîra Geşt û Guzarî ya Ganayê Catherine Afeku jî K24ê re got: “Em dixwazin bi rêya vê forumê çandên cûda bînin ba hev û hem ji bo aştiyeke mayînde û global têkiliyan xurt bikin, hem jî siûda geşt û guzariyê ya li ser aboriya dewletan bi pêştir bixin. Em dixwazin heman organîzasyonê, li Ganayê û li dewletên din ên Rojhilatê Efrîkayê pêk bînin û digel wan têkiliyên aboriyê saz bikin.”

Bi giştî 3 hezar beşdar ku tê de gelek karsaz jî hebûn bi mebesta veberhênanên nû di forûmê de ku wek Davosa Tûrîzmê tê binavkirin amade bûn.

Karsazekî Kirgizîstanî Maksat Usubalîev dibêje: “Em dizanin ku îsal ji bo bi pêşxistina karûbarên geşt û guzariyê saleke baş e. Em ê di vê forumê de bo berdewama trendên geşt û gûzariya ekolojîk nîqaş û danûstandinan bikin. Ev forum, ji bo hemû dewletên beşdar, projeyeke entegrasyonê ye û karîgeriyeke wê ya global jî heye.”

Daxwaza sereke ya beşdarên vê forûma navneteweyî ew e ku di sektora geşt û gûzariyê de îsal saleke bê ziyan derbas bibe û dahatûyeke bi xêr pêk were.