Kêmbûna baranê ziyan gihande cotkarên Rojava

Zeviyên şinkayiyên Zivistanê li hin deverên Rojavayê Kurdistanê ji ber pêla qeşayê û kêmbûna baranê bandoreke xerab lê hat. Cotkarên deverê dibêjin ku ji ber qeşayê wan zû dest bi çinîna hin cûreyên şînkayî dikin û ev yek dibe sedema ku ziyanên mezin li wan têne kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Dirbêsiyê

Zeviyên şinkayiyên Zivistanê li hin deverên Rojavayê Kurdistanê ji ber pêla qeşayê û kêmbûna baranê bandoreke xerab lê hat. Cotkarên deverê dibêjin ku ji ber qeşayê wan zû dest bi çinîna hin cûreyên şînkayî dikin û ev yek dibe sedema ku ziyanên mezin li wan têne kirin.

Cotkar Mehsûm Şakir ji K24ê re got: “Salên berê baran başdibariya û berhemên me zêdedibû, lê îsal ji ber kêmbûna baranê û pêla qeşayê, lehane ku gerek e gihiştiba 5-6 kîloyan, kêmî kîloyekê ne. Ji neçarî em wan diçinin û ziyaneke mezin li me hat.”

Di meha Sibatê de cotkar dest bi reşandina semadê dikin, lê ji ber kêmbûna baranê û buhabûna nirxê semadê ku li bazara reş dighêj zêdeyî 500 dolarî, hijmareke mezin ji cotkaran zeviyên xwe bê semad hiştin û ev yek dê bandoreke neyênî li berhemên wan bike.

Cotkar Ebdulxaliq Remo di vê derbarê de wiha axivî: “Ji ber tunebûn û buhabûna nirxê semadê herweha kêmbûna baranê, em neçar in semedeke kêm li zeviyên xwe bi reşênin û ev yek dihêle ku berhemên me kêm dibe.” 

Li gorî berpirsên Rêveberiya Çandiniyê ya parêzgeha Hesekê nêzî 2hezar û 700 hêktar ji şînkayiyên Zivistanê hatine çandin wek (lehane, sebanix, beqdûnis û pîvazên şîn) Cotkarên deverê tekez dikin ku, eger ne ji pêla qeşayê ba, dê berhemên wan bi nirxekî arzan têra parêzgeha Hesekê bi tevayî kiriba.