HSD derbasî parêzgeha Dêrezorê dibe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo dorpêçkirina bajarê Reqayê, derbasî parêzgeha Dêrezorê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo dorpêçkirina bajarê Reqayê, derbasî parêzgeha Dêrezorê dibe.

Ajansa “Rueters” li ser zimanê berpirsekî leşkerî belav kir, HSD di çarçova êrîşên ser çekdarên DAIŞê de derbasî parêzgeha Dêrezorê bû, ku yek ji armanca vê êrîşê, birîna riya di navbera bajarê Reqa û Dêrezorê ye.

Herwiha wî jêderî da zanîn ku, HSDê 15 gund li bakurê parêgeha Dêrezorê kontrol kiriye.

Hêza Sûriyeya Demikratîk (HSD) ku di qonaxa yekem de bakurê Reqayê kontrol kir, di qonaxa duyem de bo kontrolkirina rojavayê bajêr birêve bir, roja 4 Sibata 2017an jî dest bi qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê kir.

Herwiha HSD di vê qonaxê de jî dixawze bajarê Reqayê ji derdora wê veqetîne û dorpêça li ser bajêr tund bike.