Hem boksorekî serkeftî ye, hem kibabfiroşekî navdar e

Mihemet Sûrê ku xelkê Diyarbekirê ye, hem boksor e hem hosteyê kibabê ye. Her roj serê sibê di salona xwe ya werzişê de spora xwe dike, piştre berê xwe dide xwaringeha xwe û kibaban çêdike. Yek taybetmendiyeke din a girîng Mihemedê Diyarbekirî ew e ku li Tirkiyê di pêşbaziya boksê de 3 caran bûyê şampiyon.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Mihemet Sûrê ku xelkê Diyarbekirê ye, hem boksor e hem hosteyê kibabê ye. Her roj serê  sibê di salona xwe ya werzişê de spora xwe dike, piştre berê xwe dide xwaringeha xwe û kibaban çêdike. Yek taybetmendiyeke din a girîng Mihemedê Diyarbekirî ew e ku li Tirkiyê di pêşbaziya boksê de 3 caran bûyê şampiyon.

Boksor û Kibabfiroş Mehmet Sûrê derbarê boksorê de ji K24ê re axivî û got: “Di sala 1992, 1997 û 1999an de li Stenbol, Yalova û Antalyayê  di pêşbaziyên boksê de ez bûm şampiyonê Tirkiyê.”

Werzîşvan û hosteyê xwarinê Kurd ji ber ku taxa ku lê rûdinê salona werzîşê tune ye û ji bo ku hemwelatiyan jî xwe ji sporê dûr nexin salona werzîşê jî vekiriye.

Mehmet Sûr dibêje: “Nanê xwe xweş bixwin, spora xwe bikin da ku bedena we bi sihhet be. Hinek Kurdên me zêde dixwin û sporê nakin divê baldar bin bo tenduristiya xwe. Bila xwe ji werzîşê dûr nexin. Bila herin boksê bikin, avjeniyê bikin. Ev spor ji bo me derman e.”

Sûr, ji sala 1992an vir de li devera Fatîha Stenbolê hem boksoriyê dike û him jî xwarinên bi tehm jî çêdike. Mehmet Sûr got jî: “Li Diyarbekir 400 pezên me hene em li wir xwedî dikin û heywanên bi şîr em li Diyarbekirê dihêlin, yên din jî ji bo serjêkirinê em tînin Stenbolê û li vir pê kibabê çêdikin.”

Sûrê jêhatî bi kibabên xwe yên bi tehm jî, gelek kesên navdar li xwaringeha xwe kiriye mêvan. Mehmet Sûr derbarê çêkirina kebabê de dibêje: “Ez têm nanê xwe qîma xwe amade dikim, lehmecunê çêdikim, kibabê çêdikim, bi destê xwe bi dilekî rehet ez didim muşteriyên xwe û ji her deverê dinyayê kesên navdar tên li vir kibabê dixwin.”

Sûrê ku ji Ewropayê, ji bo pêşbaziyên navneteweyî jî hatiye vexwandin, gelek gênc jî perwerde kirine û yek xwendekarê wî di pêşbaziya boksê ya cîhanî de bûye yekemîn.