Amerîka hêzên xwe li derdora Minbicê bicih dike
K24 – Rojavayê Minbicê
Hêzên Amerîkî bi çekên xwe yê giran parastina xala sînorî di navbera Encûmana Leşkerî ya Minbicê û çekdarên operasyona Mertala Ferêt dike. Lê li aliyekî din şer û pevçûnên giran di navbera encûmana navbûrî û Mertala ferêt li hin gundên dûrî parastina hêza Hevpeymaniya Navdewletî derdikeve.
Dirêjehiya sînorê ku hêzên Amerîkî li rojavayê Minbicê di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên Mertala Ferêt diparêze digihe 35 k.m. Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekarên Mertala Ferêt jî bi eniya ku dirêjehiya wê 10 k.m in rûbirûyî hev dibin.
Ji berî hefteyekê ve, çekdarên Mertala Ferêt û bi piştevaniya artêşa Tirkiyê berê xwe dane rojavayê Minbicê û di navbera wan û şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê şer û pevçûn berdewam in.