HAK-PAR banga vekişandina PKKê ji Şengalê dike

Li Tirkiyê yek ji partiyên kartêker ya Kurdistanî HAK-PARê ji bo 15emîn salvegera partiyê li Stenbolê bo piştgiriyê şevek lidarxist. Di şeva bo piştgiriyê hatî lidarxistin de bi beşdariya gelek siyatmedarên Kurd bûyerên li Rojhilata Naverast û bi taybetî jî şerê li Şengalê yê ku di navbera hêzên girêdayî PKKê û Peşmergeyan de rû dayî hatin guftûgokirin. Siyasetmedarên Kurd, diyarkirin ku ew ji şerê birakujiyê nîgeranin û dixwazin di zutirîn dem de PKK ji Şengalê vekişe.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Stenbolê gelek siyatmedarên Kurd di şeva bo piştgiriya HAK-PARê hatî lidarxistin de hatin ba hev. Di 15'mîn salvegera damezrandina HAK-PARê de bûyerên li Rojhilata Naverast û bi taybetî jî şerê li Şengalê yê ku di navbera hêzên girêdayî PKKê û Peşmergeyan de rû dayî hatin rojevê.

Di şeva bo piştgiriyê de alîkarê rêvebirê HAK-PARê Latîf Epozdemîr û rêvebirê giştî yê partiyê Refîk Karakoç ji Kurdistan 24ê re axaftin û gotin, mayîna PKKê li Şengalê bi tu awayî nayê qebûl kirin. Epozdemîr ji K24ê re jî wiha axivî: “Heqê ti kesî tune ye perçekî rizgarkirî yê Kurdistanê rabe li ser biyaniyan pêş keşî biyaniyan û dijminên Kurdan bike. Bangawazî dikim divê di zutirîn dem de PKK ji şingalê vekişe.”

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç jî got: “Wexta Kobanî ketibû astengiyê Pêşmerge rabû çû li wê derê alîkariya wan kir, Kobanê xelas bû hevalên wan deran Kurdên me yên li Kurdistana Surî gotin "saxbin we alîkarî kir wezîfeya we xelas bû divê hûn vegerin." Û ew jî çûn. Di derheqê şengalê de PKK dibêje em hatine alîkariyê em wisa bêjin. A niha Şengal rizgar bûye. Şengal axa Kurdistana başûre. Girêdayî Kurdistana başûr e. Divê li wê derê bê problem PKK derkeve.”

Nûnerê Partiya Pêşverû yê Sûrî Ehmed Qasim jî di bo piştgiriya HAK-PARê beşdarî vê şevê bû. Qasim jî di axaftina xwe de balkişand ser şerê birakujiyê û got; ew ji van pevçûnan gelekî nîgeranin.

Nûnerê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ehmed Qasim wiha ji K24ê re anî ziman:“ Îro tirsê Kurdê me bi tevahî ji rûdanê bira kujî heye. Hêvî ew e ku ev çareserî di nav me bixwe de çêbibe. Dijmin bê minnetin, li hember dijmin rojekî em xemgîn nebûne di xebata xwe de; lê di rojê wisa de bira li rû yê birayê xemgîn e.”