Li Amûdê kargeheke dagirtina keresteyên xwarinê

15 jin li bajarê Amûdê kargeheke çêkirin û dagirtina hin keresteyên xwarinê wek zaterê û hin cûreyên din bi rêve dibin. Bi hin alavên destpêkî kargeha Amûdê wek yekemîn kargeh tê vekirin û bi rêveberiya jinan berhemên wê li tevaya Cizîra Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Amûde
15 jinên ji bajarê Amûdê kargeheke çêkirin û dagirtina hin keresteyên xwarinê wek zaterê û hin cûreyên din birêve dibin. Bi hin alavên destpêkî kargeha Amûdê wek yekemîn kargeh tê vekirin û bi rêveberiya jinan berhemên wê li tevaya Cizîra Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin.

Rozalîn Sadî ku yek ji karmendên wl kargehê ye ji K24ê re wiha axivî: “Ez wek jin nabînim ku kar şerme ji jinê re, gelekî baş e jin alîkariya hevjînê xwe bike. Ez pir hewcedar bûm karekî bikim û ez gihiştime astekê ku nema dikarim aloziya jiyanê berdewam bikim, rê li pêş min nema ji bilî ku ez di vê kargehê de kar bikim.”

Hin karmendên kargehê dibêjin ku di demên bûrî de, rêjîma Sûriyê derfetên vekirina kargehan nedida bazairgan û dewlemendên vê herêmê, ji ber wê jî ew çanda karê jinê di kargehan de hîn nehatiya belav kirin û ezmûna wan di vê kargehê de dê bibe navtêdanek, ku jinên deverê tevlî karê hevawa bibin.
Narîman Fuad jî dibêje: “Ji zû ve me dixwest kargehekî weha li Amûdê vebe, da ku em alîkariyekê bi malbatên xwere bikin. Bavê min ne sax e û birayên min li zanîngehan dixwînin û du mal di stûyê min de ne. Bûye 7 meh ku ez li vir kar dikim û rast e hinekî zehmetî heye, lê xweş e mirov keda destê xwe bixwe.”

Li Rojavayê Kurdistanê jina Kurd herdem li kêleka mêr karê çandiniyê û xwedîkirina sewalan dike. Lê ji ber ku derfetên vekirina kargehan li Rojavayê Kurdistanê tune bûn, mêr wek semyanê malê di hate naskirin û tenê jin rêvebiriya mal û zarokan dikir.