Rahênerê zarokên DAIŞê li Reqayê hate kuştin

Rahênerê zarokên DAIŞê di operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî de li Reqayê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rahênerê zarokên DAIŞê di operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî de li Reqayê hate kuştin.

Li gor ajanseke bi ser dijberya Sûriyê ve, rahênerê yekem yê zarokan di DAIŞê de yê bi navê Etiyellah El-Iraqî di operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî de li gundê Kisret El-Ferec 50 k.m li rojhilatê Reqayê digel malbata xwe hatin kuştin.

Etiyellah El-Iraqî di serbazgeha Eşbal ya bi ser DAIŞê de rahênerê yekem yê zarokan bû, ku tê de zarok li ser hilgirtina çek û şer û kuştinê tên rahênankirin.

Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî kuştina Etiyellah El-Iraqî piştrast nekiriye.

HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û bi serokatiya Amerîk roja 4 Sibatê dest bi qonaxa sêyemîn ya kontrolkirina rojhilatê Reqayê kir, berî du rojan jî riya Reqa – Dêrezorê bi temamî kontrolkiribû.