DAIŞ paytexta xwe ji Reqayê dibe Dêrezorê

Rêxistina terrorist a DAIŞê amadekariyan dike, ku paytexta xwe ji Reqayê vguhêze Dêrzorê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina terrorist a DAIŞê amadekariyan dike, ku paytexta xwe ji Reqayê vguhêze Dêrzorê.

Rojnameya “El-Şerq El-Ewset” belav kiriye, DAIŞê ji ber şerê kontrolkirina Reqayê û egerên jidestdana wî bajarê ku wek paytexta xwe ragihandiye, niha amdekariyan dike ku bajarê Dêrezorê wek paytextek elternatîv rabigihîne.

Wê rojnamê diyar kiriye, DAIŞê berpirsên bilind û hin hêzên xwe yên leşkerî ji bajarê Reqa û Mûsilê bo Dêrezorê veguhastiye.

Ev di demekê de ye ku hebûna hikumeta Sûriyê di Dêrezorê de kêm bûye,û bi tenê çend tax û firokxane li jêr destê wê mane.

Hevdem digel şerê Mûilê û kontrolkirina beşeke mezin ji bajêr, amadekarî ji bo kontrolkirina Reqayê jî tên kirin.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD)û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Roja 10 Berçileya 2016an jî qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê dest pê kiribû.

Herwiha HSDê ji 4 Sibata Îsal ve jî qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê Reqayê dest pê kiriye û gelek navçe li rojhilatê Reqayê kontrol kiriye. herwiha HSD berî çend rojan jî kontrolkirina riya Reqa – Dêrezorê bi temamî ragihand.