11 endamên komeleyên saziyên sîvîl hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê 11 endamên komeleyên saziyên sîvîl hatin binçavkirin. Di nava kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, Racî Bîlîcî jî heye. Kesên ku binçavkirî ne bi alikarîkirina PKK’ê tên tohmetbarkirin.

K24 – Diyarbekir

Li gorî daxuyaniya fermî ya Serdozgeriya Komarê a Diyarbekirê, bi tohmeta ku pêwendiyên 16 kesan bi PKK’ê re hene derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsînê de Serokê ÎHD’a Diyarbekirê Racî Bîlîcî û 10 kesên din piştî lêgerînên li malên wan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li gorî ku serdozgeriyê ragihandiye ji bo ku 5 kesên din jî werin binçavkirin lêpirsîn didome. Kesên ku hatine binçavkirin li Şaxa Têkoşîna Dijterorê a Rêveberiya Ewlekariya Diyarbekirê tên hiştin.