PDK û Parêzgarê Kerkûkê pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê gotûbêj dikin

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo gotûbêjkirina pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û çend pirsên din yên taybet bi Kerkûkê ligel Parêzgarê Necmedîn Kerîm dicivin.
kurdistan24.net

K24 – Kerkûk

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo gotûbêjkirina pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û çend pirsên din yên taybet bi Kerkûkê ligel Parêzgarê Necmedîn Kerîm dicivin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, şandeke liqê Sê yê PDKê li Kerkûkê ligel Parêzgarê Kerkûkê dicive û pirsa sereke ya civînê jî bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên bajêr e.

Peymanêrê K24ê da zanîn jî, biryar e tevahiya partiyên Kurdistanê yên li Kerkûkê li ser pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê ligel Parêzgarê Kerkûkê bicivin û piştevaniya xwe bo biryarê dupat bikin.

Di çend rojên rojên borî de şandeke Malbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bo heman mebestê ligel Necmedîn Kerîm civiyan.

Herwiha peyamnêrê K24ê ragihand jî, Eniya Tirkmenî li Kerkûkê dijî bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehan û dijeyatiya xwe li dijî vê biryarê ragihandin. Ji aliyê Erebên Kerkûkê ve jî nermiyeke heye û dibêjin divê hevahengî derbarê vê pirsê de were kirin.

Berî çend rojan Parêzgarê Kerkûkî bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, ku deng li ser bilindkirina ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, piştî ku Ala Kurdistanê ji aliyê xwendekarên zanîngeha Kerkûkê hate bilindkirin, dibe yekem dezgeha wê Parêzgehê ku Ala Kurdistanê li ser wê tê bilindkirin.