Di navbera tîma K24 û DAIŞê de tenê 40 metro ye

Şer û pevçûn li taxa Bab El-Hedîd ya rojavayê Mûsilê di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de derketiye û hêzên Iraqî di pêşveçûnê de ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Mûsil

Şer û pevçûn li taxa Bab El-Hedîd ya rojavayê Mûsilê di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de derketiye û hêzên Iraqî di pêşveçûnê de ne.

Peyamnêrê K24ê li rojavayê Mûsilê Mesûd Mihemed ragihand, Şer û pevçûn li taxa Bab El-Hedîd ya rojavayê Mûsilê di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de derketiye.

Efserekî Polîsa Federal ji peyamnêrê K24ê re got: “Ew cihê ku niha ez bi te diaxivim, tenê 20 heta 40 metrî dûrî çekdarên DAIŞê ye. Hêzên me hewla kontrolkirina vê deverê dike.”

Operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê roja 19 Sibatê dest pê kir. Ferîq Ebdiwehab Saidî jî ragihand, heta niha 18 tax li beşê rojavayê Mûsilê hatine rizgarkirin.