Pîre: Nedibû bi vî awayî Ala Kurdistanê bihata bilindkirin

Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) radigihîne, pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên Kerkûkê, baştir bû ku danûstandineke din ligel wê yekê hatiba kirin û bi vî awayî nebûya.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) radigihîne, pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên Kerkûkê, baştir bû ku danûstandineke din ligel wê yekê hatiba kirin û bi vî awayî nebûya.

Endamê Polîtbîroya YNKê Seidî Pîre ji K24ê re ragihand, pêwîst bû Ala Kurdistanê ne bi vî awayî li Kerkûkê hatiba bilindkirin. Ji ber ku bû cihê dilgiraniya hin aliyan, bi taybet Ereb û Tirkmenan.

Pîre got: “Divê danûstandineke baştir ligel pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê hatibe kirin. Niha Ala me li Hemrîn û çend navçeyên din yên Kerkûkê hatiye bilindkirin. Vekirina vê eniyê û di vê demê de li Kerkûkê, bi taybet ku Ereb û Tirkmenan hatina Pêşmerge bo Kerkûkê ji piştî şerê DAIŞê qebûl kirine, parêziya min li ser bilindkirina Ala Kurdistanê bi vî awayayî heye.”

Pîre got jî: “Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê weke mafekî, maf e. lê nizanim ku niha dema wê yekê bû yan na.”

Îro Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi amadebûna hejmarek ji endamên fraksiyona Erebî û Tirkmen civiya û bi piraniya dengan biryar li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê dan.

Bi amadebûna xelk û Parêzgarê Kerkûkê Ala Kurdistanê li ser Parêzgariya Kerkûkê hate bilindkirin.

Tê zanîn ku, di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de tenê 7 endamên wê encûmenê di civînê de amade nebûn.