HDP: Em rêzê li biryara Kerkûkê digirin

Parlamenter û Berdevka Encûmena Jinên HDPê Dîrayet Taşdemîr derbarê biryara Encûmana Parêzgeha Kerkûkê ya bilindkirina Ala Kurdistanê de axivî û got; ew wan kesên ev biryar wergirtiye bîroz dikin. Divê hûrmet li vê biryarê bê nişandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Parlamenter û Berdevka Encûmena Jinên HDPê Dîrayet Taşdemîr derbarê biryara Encûmana Parêzgeha Kerkûkê ya bilindkirina Ala Kurdistanê de axivî û got; ew wan kesên ev biryar wergirtiye bîroz dikin. Divê hûrmet li vê biryarê bê nişandan.

Berdevka Encûman Jinên HDPê Dîrayet Dîlan Taşdemîr ji K24ê re wiha axivî: “Demeke dirêj e em bêjin Kerkûkê em bêjin gel dîjîn paştiya wan de dîrokeke xurt heye, çandeke xurt heye. Li kêleka hev du, meclîsê biryareke wisa daye ku ala Kurdistanê jî li Kerkûkê vere daliqandin. Bi rastî gerek mirov hirmetê nîşan vê biryarê bide ji ber ku gelên li wir dijîn meclîsa wan ev biryar daye, li hember vê biryarê jî gerek mirov hirmet nîşan bide ku ev ne pirsgirêkeke. Yên ku biryar dane wisa biryara xwe girtin e em jî wan pîroz dikin. Înşallah nebe sedema pirsgirêkeke dinê jî.”

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê duh 28 Adarê li ser daxwaza Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm civiya û biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li pesend kir û ligel ala Iraqê li ser tevahiya avahiyên dam û dezgehên hikûmî hate bilindkirin.