Pêşewa Qazî Mihemed li Bakur hate bibîranîn

Li Diyarbekir partiyên wek Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) di Roja Şehîdan a Kurdistanê de merasîmên bîranîna Qazî Mihemmed li dar xistin. Di merasîman de bang û helwesta Qazî Mihemmed û girîngiya şehîdên Kurdistanê derket pêş.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekir partiyên wek Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) di Roja Şehîdan a Kurdistanê de merasîmên bîranîna Qazî Mihemed li dar xistin. Di merasîman de bang û helwesta Qazî Mihemmed û girîngiya şehîdên Kurdistanê derket pêş.

Ji ser darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed 70 sal derbas bû. Di şexsê Pêşewa Qazî Mihemmed de jî 31’ê Adarê wek Roja Şehîdên Kurdistan tê qebûl kirin. Ji ber vê yekê jî Partiya Azadiya Kurdistanê PAK li şaxa xwe ya Diyarbekirê Konferansek li dar xist û axaftvanê konferansê lêkolîner Seîd Veroj behsa jiyana Pêşewa Qazî Mihemed kir û li ser girîngiya wesiyetnameya wî sekinî. Serokê Partiya Azadiya Kurdistan PAK’ê Mustafa Ozçelîk jî bal kêşand li ser rola hişmendiya netewî ya Pêşewa Qazî Mihemmed.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan PAK Mûstafa Ozçelîk di vê rojê de li ser Pêşewa Qazî Mihemed ji K24ê re wiha axivî: “Pêşewa Qazî Mihemed bi helwesta xwe ji me re dibêje li Alaya Rengîn xwedî derbikevin, dibêje li kurd û kurdistanê xwedî derkevin û nebin lîstoka dijminên xwe.”

Yek ji navnîşanên merasîma bîranîna Pêşewa Qazî Mihemed jî şaxa Partiya Maf û Azadiyan HakPar’ê ya Diyarbekir bû. Li vê derê jî lêkolîner Îbrahîm Guçlu li ser xizmetên Pêşewa Qazî Mihemed ên ji bo Kurdistanê axaftinek kir. Serokê Partiya Maf û Azadiyan Refîk Karakoç jî bang li aliyên Kurdistanî kir ku ji bo danasîna remzên netewî yên wek Pêşewa Qazî Mihemed bêhtir bixebitin.

Karakoç got jî: “Rola şehîdan di dîroka Kurdistanê de girîng e, ji bo ku ciwanên me bizanin ka bav û kalên wan ji bo kurdayetiyê çi êş azar kêşandine, naskirina şehîdên me girîng e.”

Di merasîmên bîranînê de bal hate kêşandin ku ew Alaya Rengîn a Kurdistanê ku ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve radestî Mele Mistefa Barzanî hati bû kirin niha li Başûrê Kurdistanê li ba dibe û pêwîste hemû Kurd li dora wê alê ji bo Kurdistanê werin cem hev.