HSD: Li Tebqayê 79 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk amara 10 rojên dawî ji operasyona Hêrsa Ferêt li bajarê Tebqayê radigihîne, ku 164 k.m çargoşe hatiye kontrolkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk amara 10 rojên dawî ji operasyona Hêrsa Ferêt li bajarê Tebqayê radigihîne, ku 164 k.m çargoşe hatiye kontrolkirin.

Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt ya HSDê amara 10 rojên operasyona bajarê Tebqa di daxuyaniyekê de ragihand, bi armanca kontolkirina bajarê Tebqa û bendava Ferêt, roja 21 Adarê bi hêzên HSD û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke daketina asmanî encam da, ku yekem operasyoneke asmanî ji HSDê re bû.

HSDê da zanîn ku, wan karî di 10 rojan de 164 k.m çargoşe kontrol bikin, ku 13 gund û baxçe hatin konrtolkirim. Herwiha hemû riyên bajarê Tebqayê hatin girtin.

HSDê diyar kir jî, 79 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ji nava 2 emîr hebûn, ku termê 29 çekdarên DAIŞê di destê wan de ne. Herwiha 5 çekdar jî wek dîl ketine destê wan.

HSDê aşkere jî kir, di operasyona 10 rojan ya bajarê Tebqayê de 4 şervanên wê şehîd bûne.