Parêzgarê Kerkûkê: Ala Kurdistanê her bilind dimîne

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derbarê biryara Parlementoya Iraqê ya daxistina Ala Kurdistanê de ji ser dam û dezgehên Kerkûkê de ragihand, biryara Parlementoya Iraqê ne destûrî ye û Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derbarê biryara Parlementoya Iraqê ya daxistina Ala Kurdistanê de ji ser dam û dezgehên Kerkûkê de ragihand, biryara Parlementoya Iraqê ne destûrî ye û Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.

Parêzgarê Kerkûkê got jî: “Li gor peyrewa navxwe ya parlementoyê, ew kar ne destûrî ye û em bo wê pirsê serî li Dadgeha Federalî didin.” û ev rewş di berjewendiya Kerkûkê de ye.”

Ev daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê piştî wê yekê tên, duh Parlementoya Iraqê projebiryareke Tikmenan da ber dengdanê û biryar da ku ala Iraqê tenê li Kerkûkê bê bilindkirin û Ala Kurdistanê bê daxistin.

Ji ber wê biryarê jî, parlementerên Kurd yên di parlementoya Iraqê de berî ew biryar bikeve ber dengdanê ji hola rûniştina parlementoyê derketin û nerazîbûn nîşan dan.