Li Rojava, Xuleya Newrozê ya Volîbolê dest pê kir

33emîn Xuleya Volîbolê ya ku bi navê Newroz tê naskirin li gundê Tenûrîyê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê bi beşdariya 24 tîmên ku nûnertiya piraniya gund û bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dikin û ji hemû pêkhateyên deverê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

K24 - Tirbespiyê

33emîn Xuleya Volîbolê ya ku bi navê Newroz tê naskirin li gundê Tenûrîyê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê bi beşdariya 24 tîmên ku nûnertiya piraniya gund û bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dikin û ji hemû pêkhateyên deverê dest pê kir.

Ev xuleya ku hersal li gundekî deverê tê lidarxistin, pêşbîn bû ku di heyama rojekê de bi dawî bibe, lê jiber barîna baranê beşê diwemîn hefteyekê hate paşxistin.

Endamê Komîta Rêvebir Muntesir Xeyda ji K24ê re li ser vê xuleyê got: “24  tîm pêşbîn bû beşdariya xoleyê bikin, lê 2 tîm nehatin. Sal bi sal xuleya Newrozê xweştir dibe û asta yaneyan jî pêş dikeve, ji ber ku ji heya 2 mehan ve amadekariyên vê xuleyê têne kirin.”

Xola navbûrî ji destpêkê ve bi navê Newroz hatibû naskirin, lê piştî hin yaneyên Ereb û Xiristyan beşdariya xuleyê kirin navê xuleya Buharê lê hate kirin. hin lîstikvanên kevn yên ji damezrênerê vê çalakiyê bûn, tekez dikin ku ev fistîvaleke giring e çimkî derfeteke mezin e ku hevdîtin bi werzişvanan re tê kirin û dibe navtêdanek ku lîstika Volîbolê li Rojava bipêş bikeve.
Lîstikavê kevin Elî Osman di vê derbarê de dibêje: “Yaneyên wek Cîhad û Amûdê jî di salên bûrî de beşdariya vê xuleyê dikirin û wek tê zanîn ku asta lîstikvanên wan yaneyan pêşketî bûn, lê tevlî wilo tîmên xurt di nav mede jî hebûn û em carcaran bi yaneyên Sûriyê re yên herî xurt re dilîistin.” 

Di sala 1984an de yekemîn xuleya bi navê Newroz bi beşdariya çend tîmên werzişa Volîbolê dest pê kir. Di sala 2004ê de ji ber serhildana Qamişlo ev xule çend salan hate rawestandin, lê niha hijmara tîmên beşdar sal bi sal zêde dibin.

Li gorî komîta rêvebir du tîm dê bêne xelatkirin. Herweha baştirîn lîstikvan û baştirîn yane li gel hin werzişvanên kevn û dezgehên alîkar bi rêvebirina xoleyê re dê bêne xelatkirin.