Tevgera avakirinê li Rojava geş dibe

Tevgera avakirinê li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj baştir dibe. Li gorî ku endezyar dibêjin geşbûna vê tevgerê bi sedema peydakirina alavên avakirinê wek çemento û hesin tê. Ji aliyekî din ve rewşa ewlehiyê ji û vekirina rêyên bazirganiyê di navbera herêmên Kurdî de sedemke sereke ye ji vê tevgerê re.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ji aliyekî din ve, çalakiya tevgera avakirinê derfetên kar peyda dike û diyardeya bêkariyê radwestîne. Ji ber ku di salên bihûrî de bêkarî li Rojavayê Kurdistanê pir bûbû û ev yek bû sedema koçberiya hejmarek mezin ji karkeran, nemaze ku gelek kar bi tevgera avakirinê tên girêdan

Di salên bihûrî de avakirin li Rojavayê Kurdistanê rawestiya bû, ev jî bi sedema têkçûna rewşa ewlehiyê û desteserkirina DAIŞê ji gelek deveran re û birîna rêyên bazirganiyê. lê niha rewşa giştî û di nav de rewşa ewlehiyê ber bi aramiyê ve diçe.