Li Diyarbekirê 8'emîn fûara ajalvanî û cotkariyê

Fûara Ajalvanî û Cotkariyê ya 8'emîn, li Diyarbekirê hat lidarxistin. Ji Îran, Iraq, Katar û gelek welatên biyanî, karzas tevlî fûarê bûn. Fûara ku bi piştgiriya Parêzgeriya Diyarbekirê hat lidarxistin, ji aliyê xelkê herêmê ve rastî eleqeyeke mezin hat.

 

K24 – Diyarbekir

Fûara Ajalvanî û Cotkariyê ya 8'emîn, li Diyarbekirê hat lidarxistin. Ji Îran, Iraq, Katar û gelek welatên biyanî, karzas tevlî fûarê bûn. Fûara ku bi piştgiriya Parêzgeriya Diyarbekirê hat lidarxistin, ji aliyê xelkê herêmê ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Fûara Ajalvanî û Cotkariyê ya ku bi amadekariyên dorfireh hat vekirin; ji aliyê mêvanên biyanî û xelkê herêmê ve eleqeyeke baş dît. Parêzgerê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Cûmalî Atîla û hemû serokên saziyên çandinî û ajalvaniyê, li fûarê mazûvaniya serdêran kir. Serokê Yekîtiya Gihandina Mih û Bizinan a Diyarbekirê Abdûlah Çetînkaya da zanîn ku wan bi rêya vê fûarê, derfeta danasîna ajalvaniya Diyarbekirê zêdetir bi dest xistiye.

Serokê Yekîtiya Gihandina Mih û Bizinan a Diyarbekirê Abdûlah Çetînkaya ji K24ê re wiha axivî:"Em ji ajalvanan re rêberiyê dikin û em ji vê teknolojiyê, ji van derfetan sûd werdigirin. Em şîrê bizinan dişînin, dikin bestenî, xwediyên bizinan tên, bi çavên xwe dibînin. Dema ku xebatên bi saya teknolojiyê dibînin, ew jî bêhtir ji pîşeya xwe hez dikin û pêşeroja xwe ronîtir dibînin."

Di fûarê de hemû berhemên ku ji axa Diyarbekirê hatîne hilberîn, ji bo serdêran hatin pêşkêşkirin. Li hin standan hilberînên cotkariyê, li hin standan gul û kulîlk, li hin standan şitilên şînbûyî hatin danîn. Her sazî û dezgeha ku bermayiyên xwe didan naskirin, li standên xwe, xwarin û vexwarinê pêşkêşî mêvanan kir. Pisporê Ragihandinê yê Saziya Geşepêdana Cotkariyê Mahmût Dûrsûn jî ragihand ku xebatên bi vî rengî ji bo danasîna bajêr dibin derfet ku ajalvanî û cotkarî bi pêş bikeve.

Pisporê Ragihandinê yê Saziya Geşepêdana Cotkariyê Mahmût Dûrsûn got jî: "Yên ku dixwazin bazirganiyê bikin, berhemên xwe yên ji bo firotinê tînin û ev der ji bo wan her dem cihekî hêja bû. Lê belê ev 2 sal bûn ku li herêmê bûyer çêdibûn, fûar li dar nediket. Bi saya Odeya Bazirganan a Diyarbekirê û parêzgeriyê fûar careke din li dar ket."

Di fûarê de hem hilberînên ji axê hatin pêşkêşkirin, hem qatixên ji şîrê ajalan li ser dezgeyan hatibûn bicihkirin. Ji bilî berhemên cotkarî û ajalvaniyê, gelek amûrên ku ji bo cotkaran pêwîst in jî li fûarê pêşkêşî xelkên gundan û cotkaran hatin kirin. Li gorî daxuyaniyên ku li fûarê hatin dayîn; li Diyarbekirê ji 6 milyonan zêdetir eraziyên ku bên cotkirin û 40 hezar cotkar hene û bi vî awayî tevkariyeke gelek zêde li aboriya bajêr çêdibe.