Ozkan: “Dîtinên girîng ên Demirtaş ji bo yekgirtina Tirkiye hene”

Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û rojnamevan Tuncay Ozkan, ku di doza Ergenekon (ku li Tirkiye doza li dij dewleta kûr tê binavkirin) de hatibû girtin, seredana Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan Selahattin Demirtaş di girtîgehê de kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî hevdîtina xwe ligel Demirtaş, li ser hevdîtinê û axaftinên wan di hesabê xwe yê Twitterê de nivîsî : “Roja îniyê min seredana Demirtaş li girtîgehê kir. Dîtinên wî yên girîng û gelek balkêş li ser yekgirtina Tirkiye, yekîtiya Tirkiye… Edalet, azadî û aştiyê hene”.

Selahattin Demirtaş ev çendîn meh in ,di girtîgeha Edirne de girtiye.