Akar: Heta dawî endamekî PKKê, em ê şer bikin

Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, heta endamekî PKKê nemîne, ew ê şerê PKKê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, heta endamekî PKKê nemîne, ew ê şerê PKKê bikin.

Akar di şîna leşkerekî ku hatibûn kuştin de axivî û bal kişand li ser şer û pevçûnên navbera PKK û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de û got: Şerê wan a li dijî PKKê bi dijwarî û bibiryarî berdewam dike.

Akar got jî, ew ji ber mirina leşkerên wan ew bi azar dibin, lê ew ê berxwe bidin. Heta endamekî PKKê nemîne jî, ew dê şerê PKKê bikin.

Beramberî vê yekê jî rayedarên PKKê jî di demên dawî de gelek caran radigihînin ku, ew ê li hemberî Arteşa Tirkiyê şerî xurt bikin.