HAK-PAR: K24 bibandortirîn TV a Kurdî li Bakur û Tirkiye ye

Delegasyona HAK-Par bi Serokatiya, Serokê Giştî yê Partiyê Refik Karakoç, birêvebirên HAK-PAR , berpirsiyarên herêma Kurdistanê, Ewrûpa û navenda Diyarbekrê seredana navenda Kurdistan24 li Hewlêrê kirin û ji alî Berpirsiyarê Giştî yê Kurdistan24 Noreldin Weysî , berpirsiyarên din ên telewizyonê û rojnamevan Cemal Batun ve hatin pêşwazîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de Birêvebirê Giştî yê Kurdistan24 liser dezgeha medyayî agahdariyên berfereh dan şanda mêvan.

Serokê Giştî yê HAK-PAR bi awayek germ spasiyên xwe gihandin xebata Kurdistan24, weşan û rojnamegeriya wê bi profesyonalizmê binav kir. Diyarkir ku K24 li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi balkêşî tê şopandin û bûye pencereyek zanîna rastiyê, agahdariyê û enformasyonê. Bernameyên K24 wekî bernameyên zanyar û bibandor wesfkir.

Refik Karakoç û şanda ligel herweha diyarkirin ku , K24 bibandortirîn telewizyona kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye.

Herweha şanda HAK-PAR, berpirsiyarên bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê û Ewrûpa kêfxweşiya xwe ji K24 û xebata wê ya medyayî anîn ziman.