Hevdîtinên HAK-PAR li başûrê Kurdistanê berdewam in

Delegasyona HAK-PAR bi Serokatiya, Serokê Giştî Refîk Karakoç û birêvebirên din ên HAK-PAR li başûrê Kurdistanê berdewam in. Di hevdîtinên xwe ligel aliyên siyasî daxûyaniyên hevbeş hatin belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Delegasyona HAK-PAR bi Serokatiya, Serokê Giştî Refîk Karakoç û birêvebirên din ên HAK-PAR li başûrê Kurdistanê berdewam in. Di hevdîtinên xwe ligel aliyên siyasî daxûyaniyên hevbeş hatin belavkirin.

 

Ragihandina HAK-PAR derbarê van hevdîtinan de gihişt destê Kurdistan24. Ev jî, naveroka wan daxûyaniyan e.

 

DAXÛYANİYA HEVBEŞ YA Dİ NAVBERA HAK-PAR Û YNK Ê DE

“Îro roja sêşemê (04-07-2017) li navenda polît buroya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ê li Hewlêrê civînek hevbeş di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) de encam da.

Di vê civînê de her dû aliyan di warê rewşa îroyîn ya Kurdistanê û herêmê de nêrîn û rayên xwe eşkere kirin. Bi taybetî behsa grîngbûna xebata aştîxwaziya gelê meyê Bakûrê Kurdistanê û bidestxistina mafê gelê Kurd û çareserkirina pirsa Kurd bi rêya diyalog û aştiyê bi bilind hate nirxandin. Lewra herdû alî hêvîdarin ku li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka Kurd ne bi rêbazek tund û dijwar û şer û kuştin lê di nav çerçeveyek însan û demokratîk de were çareserkirin. Di heman demê de herdû alî daxwaz dikin ku ronakbîr , rojnameger, rayedarên di heps û zindanen de herweha parlamenterên girtî bêne azad kirin. Pêwîstiya pêşveçûna karê hevbeş , diyalog û yekrêzî di navbera partî û aliyên Kurd de li bakûrê kurdistanê anîn ziman û daxwaz kirin ew şaşî û kêmasiyên ku li pêştir li başûrê kurdistanê rû daye li Bakûr û beşên din yê Kurdistanê dubare nebin. ji bo serketina pêvajoya referandûmê li başûrê Kurdistan ê jî dibê bi şêweyekî aştiyane û yasayî li navxwey Kurdistanê birêve biçe.

Herweha hate diyarkirin ku dibê tekiliyên her dû aliyan di pêşerojê de zêdetir pêşve biçin ji bo pêkhatina yekrêziya neteweyî. ”

 

DAXUYANİYA HEVBEŞ YA ENKS Û HAKPAR Ê

“ENKS û HAK-PAR, rêz li biryara referandûma ku li Başurê Kurdistanê tê kirin digrin û radigênin ku, Refenrandûm mafekî rewayê mirovane ye, sedem vê yekê,encama referandumê, çi bibe jî, dibê ji aliyê hemû hêzên Kurdan ve,divê, rêz lê were girtin. Her wiha,divê,hêzên herêmê , xelkê welatên cîran ,dewletên cîran û raya giştî ya navdewletî encama referandûmê bi aramî pêşwazî bikin û ji bo bixwe  xwe idarekirina Kurdan ango mafê    tayîn kirina pêşeroja xwe divê, bi xweşbînî û aramî  pêşwaz bikin.

HAK-PAR û ENKS bang li  PYD’ê dikin ku,rê li wan partîyên siyasî,  li Kurdistana Suriyê de,negrin  û  xebatên wanên welatperwerî , demokratîk û rewa bi hîç şêweyek asteng neke û qedexe neke. .Dîsan herdu alî,rewa nabînin ku,gencên Kurd,bê xwestina malbatên van, bi darê zorê,seferberê leşkerîyê tên kirin; û piştre jî,  wan zarokên gelê Kurd, li derveyê axa ku ne welatê Kurdane, bi kuştin didin,bi tundî, şermezar dikin.

ENKS û HAK-PAR,bang li PYD ê dikin ku bila li ser peyman û lihevhatina DUHOK û HEWLÊR ê bimînin û ji bo pêkanîna rêvebiriyek niştimanî û Kurdistanî ku PYD jî, di navde bî,cehdek peyda bikin lewraye ev yek ji bo azadîya gelê Kurd sudmendtir û binirxtire.

HAK-PAR û ENKS,diyar dikin ku, ew tekoşîna çekdarî ya bi destê PKK’ê ku li Bakûrê Kurdistanê tê kirin zerar û xesarek mezin digihîne gelê Kurd.

Bi  vedana xendeq û barîkata,jîyana civakîya gelê Kurd têk diçe, Kurdistan kawil dibe, xera dibe,doza pîroz a azadîyê,dikeve nav kêşe û alozîyên mezin.Her weha  tekoşîna bi vê cûrê, xizmeta hin aliyan dike û xesarê dide  Kurdan. Divê PKK dest ji van çalakiyan berde. Sedem ku,li Turkîyê, pirsa Kurd bikeve ser rêya diyalog û aştiyê,û aştîyane were çareserkirin,û herdu alî doz dikin kû dan û stendinek aştyane di nav dewlata Tirkya û alîyên  siyasîyên  Kurd li Turkîyê  pêk were.


ENKS û HAK-PAR dawe dikin ku,  li Suriyê û Turkiye , kesên Rewşenbîr, Niviskar, Rojnamevan, siyasetmedar, suçdarên hizir û ramanan, her wiha, parlamenter û rayedarê girtî û zindankîrî, bên azad kirin û ji bo bi serbestî siyaset bikin derfet û îmkan bên çekirin. Her dû alî beyan dikin ku,ew,li ser van xalan, hemfikir û yekdeng in;lewraye ku vê daxûyanîyê   pêşkeşî raya giştî a Kurdistan û navçe dikin.”

 

DAXUYANİYA HEVBEŞ YA NAVBERA KOMELA ŞOREŞGERA ZEHMETKÊŞÊN KURDİSTAN (KOMELA) A ÎRANÊ Û PARTİYA MAF Û AZADİYAN (HAK-PAR)

Heyetên KOMEL û HAK-PAR roja 06-07-2017 li Silêmaniyê hevdîtinek pêkanî. Her dû aliyan beyan kir ku referandûma li Başûrê Kurdistanê mafek rewaye û divê xelkê herêmê bi yekcarî beşdariya referandûmê bike herweha encama referandûmê çi dibe bila bibe pêwîste ji aliyên hemû hêzên Kurd û Kurdistanî ve were pesendkirin. Dîsan divê dewletên cîran yên navçeyê jî encama referandûmê bi xweşbînî pêşwazî bikin. Em bawerin ku bîr û raya cîhanê jî wê rêz li encamên referandûma ku ji bo paşeroja Kurdan tê kirin bigre.

 

Her dû alî radigehinin ku ji bo Îran û Turkiyê damezrandina sistemêk wekhev, pirdeng, piralî,dadwer û federalî baştirîn rêya çareserkirina pirsa Kurdî li her dû welatan e. Pêwîste her dû dewlet bi xweşbînî rêya aşitiyane û diyalogên siyasî xweş bikin. Lewra ku KOMELA û HAK-PAR qebûl dikin ku demokrasiyekî pirreng baştirîn sîsteme ji bo jiyana civakî ya hevwelatiyan.

Lê mixabin ku îro li Îran ê rêya çareseriya aştiyanê û diyaloga siyasî ji rejîma Îranê ve hatiye xitmandin. Herweha her roj bi dehan kes têne girtin û heta ji wan çend kes têne îdam kirin piraniya wan Kurdin dîsan li Turkiyê jî girtin û zindanîkirina Rewşenbîr , Rojnameger û Rayedaran naye qebûlkirin. Herdû alî radegeynin ku îro bernameyên KOMELE û HAK-PAR gelek nêzîkî hevin lewraye pêwîste ji îro pêde jî her dû rêxistin li welat û derevey welat pêwendiyên navbera xwe xurtir bikin û zêdetir danûstandina bikin.