Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê nûçeya medyay Îranê red dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Îrfan Heyalî red kir ku ti daxuyaniyek dabe, ku artêşa Iraqê qebûl nake referandûm li Kurdistanê encam bide.

Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê ji K24ê re ragihand, “Ew daxuyaniyên ku bi navê min derbarê referandûmê de hatine belavkirin, dûr in ji rastiyê û em wek artêş destên xwe naxin di nava karûbarên siyasî û bi ti awayî min behsa wê babetê nekiriye.”

Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê di daxuyaniya xwe de hevahengiya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de bi girîngî binav kir û got: “Hevhangiya di navbera artêş û hêzên Pêşmerge de di asteke bilind de ye û bi xwîna Pêşmerge û artêşa Iraqê dikarin bi ser dijminên hevbeş bikevin.”

Duh medyaya Îranê nûçeyek li ser zarê Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê belav kirin, ku artêşa Iraqê rê nade ti karekî ne yasayî bo perçekirina Iraqê bibe, lê Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê ew nûçe bi derew derxist.

Çend rojin şandeke Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê bi serokatiya Îrfan Heyalî li Îranê ye û rêkeftineke leşkerî ligel Îranê îmze kiriye.