Tehran û Bexda çav berdane petrola Kerkûkê

K24 – Navenda Nûçeyan

Di navbeyna Bexda û Tehranê de, bêyî ku rizamendiya Herêma Kurdistanê bê wergirtin, rêkeftina xeta boriyê ji Kerkûkê bo Îranê hate îmzekirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebbar Husên, piştî hevdîtinên xwe ligel Wezîrê Petrolê yê Komara Islamî ya Îranê Bijan Namdar Zengene, liser gihandina petrolê Kerkûkê bo Îranê lihev hatin û rêkeftin îmze kirin!

Her du Wezîran piştî rêkeftinê konferansek rojnamegerî lidar xistin û naveroka rêkeftina xwe ragihandin. Ligor wê: xet a boriya petrolê ji Kerkûkê bo Îranê bê danîn, herweha xetek boriyê jî ya gaze ji Îranê heta Besra ya Iraqê bê veguhestin.

Herçend ligor maddeya 140an a Destûra Iraqê divê herêma Kurdistanê û Parêzgeriya Kerkûkê ji her rêkeftinê agahdar bibe, lê desthilata Bexdayê tu caran erk ên vê maddeyê bicîh nayîne.

Ev kiryara Komara Islamî û desthilata Bexda di pêvajoya biryara pêkanîna referendûma Kurdistanê de pêk tê û ji alî pîsporan ve wekî pêngavek dijî vl proseyê û dijî mafên Kurdistanê û Kerkûkê lidar dikeve.