Îro dadgehkirina Rêbwar Talebanî bi rê ve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro dadgehkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî li Bexdayê bi rê ve biçe.
Piştî bipaşxistina dadgehkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekatet Rêbwar Talebanî a roja roja 3 Tîrmehê, peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, îro dadgeha federalî bo bilindkirina ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên Kerkûkê bi rê ve diçe.
Roja 28 Adarê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi komdengî biryar da Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Bajêr bêna bilindkirin, bereya Tirkmenan gilî li dijî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî tomar kiribûn.