DAIŞ carek din gef li Îranê xwar
K24 – Navenda Nûçeyan
Di vidyoyek nû hatî belavkirin de, çend endamên DAIŞ ên ku rûyên wan girtî û bi erebî dipeyivin, lê zaravayên wan bi ser farsî de diçe, gefan li Îranê dixwin û dibêjin: Ew dê êrîşî Tehranê bikin.
Di vidyoyê de endamên DAIŞ carek din êrîşa berî demekê biser Tehranê de ku 18 kesan jiyana xwe jidest dabû bibîr tînin û diyardikin, DAIŞ ew êrîş pêkanîbû.
DAIŞ herweha daxwaza cîhadê li gencên Îranî dike.