Îran bi bernameyek nû ya mûşekî bersîva Amerika dide

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Komara Islamî ya Îranê biryar girt ku, 520 milyon dolaran wekî butçe jib o destpêkirina bernameyek nû ya mûçekî terxan kir.

Ligor nûçeya AFP, berdevkê Parlementoya Îranê Ali Larîcanî ev gav, wekî bersîvek hemberê gefên Amerikayê binav kir.

Berî çendîn hefteyan Amerika bi egera piştgirî didin bernameyên mûşekî dorpêç û qedexe danîbû ser çendîn şirket û kesayetiyên Îranî.

Îranê destnîşan kiribû, ew dê bersîva van kiryarên Amerika bidin.