Di dawî xûlekê de Dalkurd wekhevî bidest xist 1:1

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma futbolê ya Kurdên Swêdê Dalkurd, ligel Varnamo bi zehmetî wekhevî bidest xist. Di xûleka dawî de lîstikvanê nû Moenza nave xwe di protokola golê de nivîsand û maç 1 : 1 bidawî hat.

Berî vê maçê Brommapojkarna ku di rêza yekem a Superettan (Liga yekem a Swêdê) de ye jî, ligel Varberg 1 : 1 maç a xwe qedandibû û vê yekê derfet dida Dalkurd xalên xwe ligel Brommapojkarna nêzîktir bike, lê bi wekheviyê xal wekî hevûdu man. Dalkurd 4 xalan piştî Brommapojkarna di rêza duyem de ye.

Golên maçê weha hatin:

Deq 78 Fredrik Lundgren (Varnamo) 1 : 0

Deq 90 Moenza (Dalkurd) 1 : 1