Serokatiya herêma Kurdistanê êrîşa Barcelona şermezar kir

Serokatiya herêma Kurdistanê bi egera êrîşa terorîstî li bajarê Barcelona ya Katalonya / Ispanyayê daxûyaniyek şermezarkirinê weşand.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokatiya herêma Kurdistanê bi egera êrîşa terorîstî li bajarê Barcelona ya Katalonya / Ispanyayê daxûyaniyek şermezarkirinê weşand.

Tê de daxwazên sersaxiyê ji bo kesûkarên qurbaniyên bûyerê û hêviya başbûnê li brîndaran tê kirin.

 Daxûyanîya Serokatiya Herêma Kurdistanê

 Êvariya roja pênçşem 17.08.2017 li encama êrîşekî terorîstî ya li bajarê Barselonaya Îspanya 13 hemwelatî canê xwe ji destdan û 100 kesên din jî birîndar bûn.
Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wê karê terorîstiyê şermezar dikîn, serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên wê kirdara dirindane dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Gelê Kurdistanê ku bi xwe qurbanê destê terore û li eniya pêş ya şerê terore, xwe bi hevxemê bajarê Barselona dizane.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.08.2017