Tîm - Ewrûpayî, Xwedî – Çînî

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gelek welatên Ewrûpayê şirketên Çînî û dewlemendên Çînî bûn e xwediyên tîmên futbolê.

Li Italya: Inter û Milan, Parma li Ispanya: Granada, Espanyol, Atletico Madrid, li Fransa: Lyon, Sochaux, Nice, Auxerre hin ji wan tîman in.

Ligor pîsporên futbolê, bi vî şêweyî şirketên Çînî ji aliyek ve di ware reklamê de, li aliyek din di ware pêkanîna raya giştî de derfetên mezin bidest dixin.