Netewên Yekgirtî daxwaza diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike

Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres dibêje: “Referandoma Herêma Kurdistanê, wê giringîdana li ser sere li dijî DAIŞê kêm bike û kêşeyan ji bo avakirina navçeyên nû hatine kontrolkirin çê bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres dibêje: “Referandoma Herêma Kurdistanê, wê giringîdana li ser şerê li dijî DAIŞê kêm bike û kêşeyan ji bo avakirina navçeyên nû hatine kontrolkirin çê bike.”

Peyvdarê Netewên Yekgirtî diyar kir, ku Guterres rêzê li serwerî û yekîtiya axa Iraqê digire û dibîne ku pêwîst e hemû kêşeyên di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi riya diyalogê bên çarekirin.

Niha pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê, bûye cihê giringiya civaka navdewletî û tevî wan helwestên hin aliyan ku daxwaza paşxistina referandomê dikin, lê encûmena bilind a referandomê di dawîn civîna xwe de ragihand: "Heya niha bedîlekî referandomê ku kurd pê qayil bibin negihiştiye destê kurdan û referandom wê di dema xwe ya diyarîkirî de bê encamdan."