Parlemanterekî Siwêdî daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dike piştevaniyê li referandûmê bike

Endamê parlemantoya Siwêdê ji Partiya Azadîxwaz ya Siwêdê Fredrik Malm ji nava parlemantoya Siwêdê ve daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir, piştevaniyê li referandûma Herêma Kurdistanê bike û dan bi encaman jî bide.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê parlemantoya Siwêdê ji Partiya Azadîxwaz ya Siwêdê Fredrik Malm ji nava parlemantoya Siwêdê ve daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir, piştevaniyê li referandûma Herêma Kurdistanê bike û dan bi encaman jî bide.

Fredrik Malm ji K24ê re got: “Em xweşhal in ku simînarek taybet bi referandûma Herêma Kurdistanê li parlemantoya Siwêdê bi rê ve bibin. Di baweriya min de Siwêd wek welatekî azadîxwaz û demokratîk rêz li mafêm mirovan digire, ji ber wê pêwîst e hikûmeta Siwêdê helwesta xwe li hember Kurd jî zelal be û piştevaniya mafê rewa yê gelê Kurd ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe û piştevaniya referandûma Kurdistanê bike.”

Herwiha got jî: “Hêvîdar im jî hikûmetên din yên cîhanê dan bi encamên referandûmê bidin, ji ber ku ew daxwaza gelê Kurdistanê ye û Kurd wek hemû netewên din biryarê li pêşeroja xwe bide.”

Îro li Parlementoya Siwêdê konferansek liser helwêsta Swêdê girêdayî referendûma serxwebûna Kurdistanê lidar dikeve,  hemû partiyên di Parlementoya Swêdê de di Konferansê de beşdar dibin. Parlementer û berpirsên partiyên parlementoya Swêdê di vê Konferansê de, helwêstên xwe bi zelalî diyar dikin.