Jidestdana bazarên Herêma Kurdistan berpirsên Îranê dilgiran dike

Girtina deryên sînorî di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de, bûye cihê metirsiyê li cem berpirsên Îranî, ji ber ku Herêma Kurdistan yek ji bazarên serekî yên berhemên çandiniya Îranê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtina deryên sînorî di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de, bûye cihê metirsiyê li cem  berpirsên Îranî, ji ber ku Herêma Kurdistan yek ji bazarên serekî yên berhemên çandiniya Îranê ye.

Salane Îran bi riya sê deryên sînorî Hacî Omeran, Başmax û Perwêz Xane, 55 corên berhemên çandiniyê ji bo Herêma Kurdistan dişîne û berî niha jî heftê ji sedî ji berhemên Îran diçûn navçeyên din yên Iraqê, lê niha bi sedema kêşeyan di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de, li ser pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê, astê hatina berhemên Îranê kêm bûye û niha bihevguhertina bazirganî tenê çar milyar dolar e û ev yek dilgiraniyê li cem berpirsên Îranê çêdike