Mela Bextiyar: Eqliyeta berpirsên Iraqê metirsî li ser demokrasiyê ye

Mela Bextiyar: Parlemantoya çi welatî dikare di 20 xulekan de 18 biryaran pesend bike?

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Kargêrî yê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar dibêje, herêma Kurdistanê beriya niha, bo demê 30 salî, di berevaniya dorpêçan de liber xwe da ye, ji ber wê yekê jî tişta ku niha rû dide ne tiştekî nû ye.

Mela Bextiyar di hevdîtinekî de ji bo ajansa Sputnîk a Rusyayê ragihand, eger hikumeta Iraqê hizr li sepandina biryarên xwe bike û hilbjartina serbazî li dijî herêma Kurdistanê hilbijêre, ji mafê me ye em berevaniyê di ber xwede bikin, dibêje jî, berevanî ji aliyê Kurdan ve karekî pîroz e.

Mela Bextiyar herweha diyar dike, eqliyeta berpirsên Iraqê metirsiye li ser demokrasiyê, û pirsyara wê yekê jî dike, gelo Parlemantoya çi welatî dikare di 20 xulekan de 18 biryaran pesend bike? Wê yekê jî bi şoveniya netewî li dijî mafê gelê Kurd li Iraqê binav dike.