Hêmin Hewramî: Kêmî serxwebûnê em danûstendinan li gel Bexdayê nakin
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsê karûbarên siyasî û peywendiyên giştî di nivîsgeha Serok Barzanî de Hêmin Hewramî ji K24ê re ragihand: “Zêdekirina paşgira (Iraq) li nave Serkirdatiya Siyasî Kurdistan, nayê wê wateyê ku Kurdistan ser bi Iraqê ve ye û mebest jê ew e ku em dixwazin dewleta Kurdistan ya vî parçeyê çêkin û ew dewlet parçeyên din li xwe nagire.”
Hêmin Hewramî tekez kir ku niha rewşa Herêma Kurdistanê ji rewşa berî referandumê gellekî baştire û got: “Em ji mafê serxwebûnê venagerin.”