Heather Nauert: Washington pişta xwe nake Kurd

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, heger Pêşmerge nebûya, gelê Iraqê nedigihêşt vê rojê, ji ber wê berdewam dibin û mil bi milê wan radiwestin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, heger Pêşmerge nebûya, gelê Iraqê nedigihêşt vê rojê, ji ber wê berdewam dibin û mil bi milê wan radiwestin.

Heather Nauert di hevdîtinekê de ligel kenala “Al-Hura” ragihand, Amerîka amadehiya xwe ji bo hevkariya Iraqiyan nîşan daye û berê jî Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokomar û Kurdan axiviye.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka di hevpeyvîna xwe de ragihand, Amerîka girîngiyê dide şerê DAIŞê û dixwaze bibîne, ku DAIŞ li Iraqê nemaye.

Heather Nauert hejmûna Îranê li navçê bi metirsî binav kir û got, Amerîka û hevpeymanên wê hevnêrînin ku Îran li kîjan welatî be, xêrê ji wî welatî re naxwaze û ew dixwazin hejmûna Îranê rawestînin.

Herwiha amaje bi wê jî kir, welatê wê bi tundî li hember plana Îranê “Hîlala Şîe” ya Beyrûtê bi riyeke zemînî bi Îranê ve girê dide radiweste. Tekez kir jî, Amerîka ji nêzîk ve çavdêriya rewşa wê proseyê dike.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir, berê jî Amerîka nerazîbûna xwe li hember referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan da û niha jî tekeziyê li ser Iraqeke yekgirtî, federalî û demokratî dike.