Hevpeymanî amadekariya kontrolkirina Bokemalê dike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê amadekariyên kontrolkirina bajarê Bokemalê ya başûrê Dêrezorê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê amadekariyên kontrolkirina bajarê Bokemalê ya başûrê Dêrezorê dike.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dilon ji ajansa “Sputnik” a Rûsî re ragihand, divê destkefta ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li kêlgeha psetrolê El-Omer li parêzgeha Dêrezorê bidest xistiye ji bo pakirina navçê ji DAIŞê berdewam bibe. Piştre jî  divê amadekarî ji bo kontrokirina bajarê Bokemalê werin kirin,

Li gor Dilon, piştî kontrolkirina Mûsilê li Iraqê û Reqa li Sûriyê, Bokemal dawî pêgeha DAIŞê dimîne û piraniya serkirdeyên DAIŞê jî niha li wir bicih dibin.

Di meha Tebaxa borî de, li gor rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libnanî û Rêjîma Sûriyê bi DAIŞê re, bi sedan çekdarên DAIŞê ji navçeyên sînorê Libnanê û çiyayê Qelemûn ji bo parêzgeha Dêrezorê hatibûn veguhastin.

Li parêzgeha Dêrazorê du operasyon bi rê ve diçin, yek ji aliyê rêjîma Sûriyê bi piştevanya Rûsyayê û ya din jî HSD bi piştevaniya hevpeymanan. Rêjîm jî dixwaze xwe bigihîne bajarê Bokemal ku nêzîkî sînorê Iraqê ye.