Hikûmeta Iraqê xelata radestkirina Kerkûkê nade

Piştî rêkeftina di bin masê re ya baskeke YNKê bi çavdêriya Îran û radestkirina parêzgeha Kerkûkê ji Heşda Şeibî û hêzên Iraqî re, ew berpirsên ku rêkeftina nehênî kirine, çavên wan li wergirtina xelatê ne, lê heta niha ti nîşanek tune ye ku ew grûp bigihe xewna xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rêkeftina di bin masê re ya baskeke YNKê bi çavdêriya Îran û radestkirina parêzgeha Kerkûkê ji Heşda Şeibî û hêzên Iraqî re, ew berpirsên ku rêkeftina nehênî kirine, çavên wan li wergirtina xelatê ne, lê heta niha ti nîşanek tune ye ku ew grûp bigihe xewna xwe.

Ew kesê ku ji aliyê wê grûpê ve wek berbijêrê parêzgarê Kerkûkê hatiye binavkirin jî, heta niha ew post wernegirtiye.

Endamê Polîtburoya YNKê Rizgar Elî, ku wek cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hatibû nasandin, hîn nikariye wê postê werbigire û di hevdîtinekê de ligel heftenameya “Jiyan” a nêzîkî Lahor Şêx Cengî (Yek ji endamên wê rêkeftina nehênî) de dibêje: “Pirsgirêkên di nava encûmena parêzgehê de hene û hejmara yasayî ya encûmenê ku 21 endam pêwîst in, kom nabe. Ji ber endamên lîsta Biratî ku hejmara wan 16 kes in çûne Hewlêrê û Tirkmenan jî 3 berbijêr ji bo serokê encûmena Kerkûkê diyar kirine.”

Rizgar Elî dibêje: “Belê ez ji bo wê postê berbijêr im, lê pirsgirêk hene, YNK li Bexdayê û em jî li Kerkûkê mijûlî çareserkirina wan pirsgirêkan in, heta ew çareser nebin jî, nikarim dest bikar bikim.”

Lê rewşa Kerkûkê ji rewşa ku – baskê rêkeftina nehênî kiriye – behsa wê dikir, cuda ye. Li gor zanyariyên Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm,  ku ew kes gihêştine rewşekê ku nikarin li Kerkûkê bicivin û diçin navçeya Qerehencîrê dicivin.

Herwiha rewşa parêzgeha Kerkûkê bi awayekî hatiye guhartin û ti desthilatek di destê wê grûpê de nemaye û rojane Heşda Şeibî û hêzên Iraqî genc û xortên bajêr digirin û malên Kurdan li Xurmatûyê talan dikin û dişewitînin.”

Rewş gihêştiye astekê, YNK nikare ala xwe û ala Kurdistanê li Kerkûkê li ser navendên xwe bilind bike û bi ew tevahî hatiye perawîzkirin. Ji ber wê û li gor rewşê be, ew grûp çaverêyî çinîna destkeftên ji piştî rêkeftinê ye û wek xewnekê ji wan re dimîne.

Ji bilî wê jî, ji destpêka bûyerên 16ê vê mehê ve medyayên ser bi wê baskê ve û medyayên nêzîkî YNK û Goranê jî, behsa dana mûçeyên bajarê Silêmaniyê ji aliyê Bexdayê ve dikin, lê Bexdayê heta niha ti bersivek nedaye.

Heta niha ewên rêkeftina nehênî bi Qasim Suleymanî, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê re kirine, naveroka wê ji xelkê aşkere nekirine û tenê tuhmetan li neyarên xwe parve dikin, lê ser erdê nikarîne berhema rêkeftina xwe biçinin. Li gor vîdyo û wêneyên belav bûne, wê baskê nikariye di wê rêkeftinê de wêneya Pêşmergeyên şehîd ên Kurdistanê yên ji bo parastina wê parêzgehê giyanên xwe bexşandine biparêzin û ji aliyê Heşda Şeibî ve sivikî pê tên kirin.