Iraq petrola Kerkûkê di boriyên din re henardeyî Tirkiyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Petrolê ya Iraqê aşkere kir, di hewlê de ye boriyên petrola Kerkûk ji bo Ceyhanê biguhêrin û di riya boriyên din re hinardeyî bendara Ceyhanê bikin.
Wezareta Petrolê ya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir, niha têmên wan yên Endezyarî û hunerî mijûlî wê yekê ku petrola Kerkûkê di riya boriyên din ên parêzgeha Selahedîn û Neynewyê re hinardeyî bendera Ceyhana Tirkiyê bikin.
Amaje bi wê jî kir, hikûmeta Iraqê û Tirkiyê girîngiyê didin pêwendiyên aborî û bi taybet yên petrolê gazê. Di heman demê de ji bilî kompanyaya Somo ya Iraqî ti kompanyayeke din nîn e danûstandinê bi pirsa petrola Kerkûkê re bike.