Kurdên Rojhilatê Kurdistan: Nêzîk wê bombeya Îran û Siûdiyê biteqe
K24 - Navenda Nûçeyan
Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, didin xuyakirin ku nakokiyên di navbera Îran û Siûdiyê de nêzîkî teqînê bûne.
Bi gotina wan, ne Taran û nejî Riyad ne amade ne beramberî hev nerm bin û ev dihêle ku egera rastîhatinê di navbera wan de zêde bibe û nêzîk bibe.
Ji ber vê yekî jî, ji niha ve hêz û aliyên siyasî yên Rojhilatî Kurdistan dixwazin pilanên xwe ji bo pêşerojê amade bikin û amadekariya her egerekê bikin.