Siûdiyê ji hevwelatiyên xwe xwest ji Lubnanê derkevin

Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPG ragihand ku, Riyadê ji hevwelatiyên xwe xwestiyê ji Lubnanê derkevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPA ragihand ku, Riyadê ji hevwelatiyên xwe xwestiyê ji Lubnanê derkevin.

Telewizyona El Arabiya ya Siûdiyê jî di weşana xwe de ji hevwelatiyên Siûdiyê yên li welatên  xwest, sefera Lubnanê nekin.

Bi taybetî piştî ragihandina dest ji kar kişandina Serokwezîrê Lubnanê Saad El Herîrî û tewankirina wî ya siyaseta destwerdar a Îranê bi destê Hizbullah a Lubnanî, pêwendiyên di navbeyna Tehran û Riyadê de aloztir kiribû û dihate çaverêkirin, Siûdî çendîn helwêstan hemberî bandora Hizbullah a Lubnanî di siyaseta Beyrûdê de, bigre ber.