Israîl: Her gaveke istifzazî ji Îranê, emê bi tundî bersivê bidin
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniya Israîlê Avigdor Lieberman ragihand, ew nahêlin mihwerê şî'î li Sûriyê were pêkanîn û bi gotina wî: Avakirina wî mihwerî wê gefekê mezin li Israîlê çêbike.
Lieberman got jî: Israîl çalakiyên Îranê li Sûriyê wek karekî metrisîdar dibîne û her gaveke istifzazî li Sûryê ji aliyê Îranê ve, wê Israîl bi tundî bersiva wê bide.
Duh jî hêzên Israîlî firokeyeke Sûrî li bilidahiyên Colanê anîbû xwarê.