Seed Herîrî di demeke nêzîk de vedigere Lubnanê
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê destjikarkişandî yê Lubnanê Seed Herîrî di hevdîtineke rojnamevanî de ragihand, di van nêzîkan de ewê vegere Lubnanê û daxwaza bidawîkirina destwerdanên Îranê di karûbarên welatên Erebî de kir.
Seed Herîrî diyar kir ku Şahnişîna Siûdiyê nema ya berê ye û destêwerdanên Îranê di karûbarên welatên Erebî de qebûl nake.