Erdogan, hevkariya ligel MHP erênî dibîne

Erdogan got: “Em ligel hêzên navxweyî û neteweyî ji bo berjewendiya welatê amadeyî her pêngavê ne. Bi MHP re em amade ne her pêngavê bavêjin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) Receb Tayyip Erdogan bi çavek erênî li helwêsta hevkariya hilbijartinê ligel Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) temaşe dike.

Erdogan ligel rojnamevanan pirsên rojevê girtin dest û diyarkir ku: “Axaftina Devlet Bahçeli (Serokê MHP) derbarê hevkariya hilbijartinê ligel AK Partî”  erênî dibîne.

Erdogan got: “Em ligel hêzên navxweyî û neteweyî ji bo berjewendiya welatê amadeyî her pêngavê ne. Bi MHP re em amade ne her pêngavê bavêjin. Bûguman hevkariya hilbijartinê jî, ez erênî dibînim”.