Yekem lîstika Dalkurd di Superlig a Swêdê de li Solna/Stockholm, ligel AIK dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîma Kurdên Swêdê di Superliga Swêdê de, yekem lîstika xwe dê ligel AIK Solna li Friends Arena ya Stockholmê bike.
AIK wekî yek ji tîmên herî bihêz û sereke ya Swêdê tê nasîn û sala 2017an Superlig di rêza 2em de qedand.
Ev herweha şansek ji Dalkurd re jî ye, ku bi encamek erênî dikare bihêz dest bi lîstikên xwe yên Superlig a Swêdê bike.
Lîstikên Superlig a Swêdê 1ê meha Nîsanê 2018an destpê dikin.