Barcelona keleha Bernabeu bi Real Medrid de rûxand

Di klasikoya Îspanyayê de, tîma Barcelona li nava yarîgeha Santiago Bernabeu bi 3 golan biser tima Real Madrid ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di klasikoya Îspanyayê de, tîma Barcelona li nava yarîgeha Santiago Bernabeu bi 3 golan biser tima Real Madrid ket.

Îro 23ê Berçile, di gera 17emîn a La liga a Îspanyayê, tîma Real Medrid mêvandariya tîma Barcelona kir. Di encamê de tîma bi 3 golan bê beramber biser tima Real Madrid ket.

Bi vê encamê Barcelona di rêza yekem bi 45 xalan dimîne, Real Madrid jî di rêza çarem bi 31 xalan dimîne.