Ebadî xwe di ser Erdogan re digire

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, Tirkiye li hember Kurdan durûtiyê dike, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li aliyekî pişta Herêma Kurdistanê digire li aliyê din jî mafên Kurdên Tirkiyê dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, Tirkiye li hember Kurdan durûtiyê dike, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li aliyekî pişta Herêma Kurdistanê digire li aliyê din jî mafên Kurdên Tirkiyê dixwe.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh bi komek rojnamevanên Kuwêtî re hevpeyvîn kir. Ebadî derbarê êrişên 16 Cotmeha bûrî ya li ser Kurdistanê gotiye: “Hikûmeta Iraqê karî bêyî ku xwîn were rijandin kontrola pirsgirêka perçebûna xaka Iraqê bike û niha kar li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.”

Ebadî got jî: “Mebesta min ji vê helwestê, ne dijatîkirina Kurd li hember Kurd e, belkû ew welatiyên Iraqê ne û hemû maf û erkên wan li ser Iraqê hene.”

Ebadî behsa siyaseta Tirkiyê li hember Herêma Kurdistanê û Kurdên Tirkiyê jî kir û got, Tirkiye bi taybet serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li aliyekî pişta Herêma Kurdistanê digire li aliyê din jî mafên kurdên xwe dixwe, ev durûtî ye!

Ev daxuyaniya Ebadî di demekê de ye, ji sê salan ve pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê neşandiye û ta niha ti amajeyek nîn e ku niyaza Ebadî heye pirsgirêk bi Herêma Kurdistanê re çareser bike. Herwiha ji piştî bûyerên 16 Cotmeha bûrî ve, gelek malên Kurdan li Kerkûk û Xurmatûyê hatin talankirin û şewitandin.