Parlemantoya Siwêdî rewşa Efrînê gotûbêj dike

Li parlemantoya Siwêdê rûniştineke fermî ji bo gotûbêjkirina li ser rewşa xelkê sivîl û ragirtina êrîşa li ser Efrînê bi amadebûna Wezîrê Derve yê Siwêdê bi rê ve çû.
kurdistan24.net

K24 – Siwêd

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ku niha welatên bihêz derbarê wê de bêdeng in, rêxistinên sivîl û revenda Kurdî li Ewropa û Amerîka bi xwepêşandanan û fişarên medenî daxwaza helwestekê ji cîhanê dikin. Li parlemantoya Siwêdê rûniştineke fermî ji bo gotûbêjkirina li ser rewşa xelkê sivîl û ragirtina êrîşa li ser Efrînê bi amadebûna Wezîra Derve yê Siwêdê bi rê ve çû.

Emîne Kake Bawe yek ji wan parlemantarên Kurd e ku dengê xelkê Efrînê gihande parlemantoya Siwêdê û daxwaz kir ku Siwêd li hember binpêkirinên mafên mirovan yên ji aliyê Tirkiyê ve tên kirin bêdeng nebe. Emîne ji K24ê re got: “Me gelek fişar di nava parlemantoya Siwêdê durist kir, da ku Siwêd li ser êrîşa li dijî Efrînê û bimpêkirinan bête deng. Herwiha wê babetê jî li Yekîtiya Ewropayê bîne rojevê.”

Her li ser wê pirsê, parlemanterê Siwêdê yê ji fraksiyona Partiya Jîngeha Siwêdê Cebar Emîn dibêje: “Pêwîst e daxwaza rawestandina şer bikin. Divê fişarê bikin ji bo Erdogan û hikûmeta xwe li hember êrîşa li ser Efrînê bê şermezarkirin. Dikarin wek fişar Balyozê Siwêdê yê li Tirkiyê vekişînin û ji wan re nîşan bidin ku vekişandin jî li hember tawanên ku hikûmeta Tirkiyê li dijî xelkê Rojavayê Kurdistanê dike ye.”

Parlemanterên Siwêdî ji bilî wan parlemanterên Kurd, careke din dengê Kurd bilind kir û li hember êrîşên dagîrkerên Kurdistanê bêdeng nebûn, daxwaz kirin jî Siwêd li hember êrîşa Tirkiyê li ser xaka Kurdistanê xwedî helwest be û pişt bide Kurd.